DYA’yê 12 balafirên bêmirov û moşek li Deryaya Sor xistine xwarê

DYA`yê ragihand ku zêdetirî 12 balafirên bêmirov û moşekên ku li dijî keştiyên li Deryaya Sor hatibûn avêtin, xistine xwarê.

DYA’yê 12 balafirên bêmirov û moşek li Deryaya Sor xistine xwarê
27 kanûn, 2023   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa DYA’yê ragihand ku zêdetirî 10 balafirên bêmirov û moşekên ku Hûsiyan ji Yemenê ber bi keştiyên barhilgir ên li Deryaya Sor ve avêtibûn, xistine xwarê, bêyî ku zirar yan jî ziyan çêbe.

CENTCOM’ê bi daxuyaniyekê ku li ser medyaya dijîtal parve kiriye, got: "Di 10 saetan de 12 balafirên bêmirov û 3 moşekên balîstîk ên li dijî keştiyan û moşekeke bejahî, xistine xwarê."

CENCTCOM’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zirar li keştiyan nebûne.

Hûsiyan bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku wan çalakiyek li dijî keştiyeke bazirganiyê ya bi navê MSC UNITED li dar xistiye. Her wiha destnîşan kiribû ku bi gelek balafirên bêmirov êrişî başûrê Îsraîlê kirine.

(şx)