64 roj e rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve revandî ye

Ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 64 roj e agahî nayê girtin.

64 roj e rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve revandî ye
27 kanûn, 2023   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 64 roj e agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kir ku wî revandiye.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve di derbarê rewşa rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed ji Rojnews’ê re diyar kir ku hikumeta PDK’ê rê nade parêzer muwekîlê xwe bibin.