Çalakiyên grevên birçîbûnê mehek li dû xwe hişt

Çalakiya greva birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin mehek li dû xwe hişt.

Çalakiyên grevên birçîbûnê mehek li dû xwe hişt
27 kanûn, 2023   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de li 74 navenda hatibû destpê kirin. bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê 27'ê Mijdarê ê destpê çalakiya greva birçîbûnê kirin.

 Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn û Edenê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edealetê kirin. 

Çalakiya girtiyên yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin di roja 31'ê de didome. 

Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.