DYA û Rûsyayê têkildarî ‘bingeha hevkariya siberojê’ li Riyadê li hev civîn

Wezîrê Kar û Barên Derve yê DYA Macro Rubio û wezîrê Karên Barên Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov li Riyadê li hev civîn. Her wiha du wezîran ragihand ku wan ji bo ‘avakirina bingeha hevkariya siberojê’ li hev kirine.

DYA û Rûsyayê têkildarî ‘bingeha hevkariya siberojê’ li Riyadê li hev civîn
18 sibat, 2025   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina DYA-Rûsyayê ya li Riyadê, piştî 4 saet û nîvan bi dawî bû.

Hevdîtin li qesreke paytexta Siûdiyê di saetên vê sibehê de dest pê kir. Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio û hempîşeyê wî Sergei Lavrov û gelek şêwirmend jî beşdarî hevdîtinê bûn.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Tammy Bruce têkildarî hevdîtinan daxuyaniyek da û diyar kir ku Rubio û Lavrov têkildarî “mijarên jeopolîtîk ên ji bo berjewendiyên hevpar û hevkariya siberojê” li hev kirine.