Tuncer Bakirhan: Wê banga Rêber Abdullah Ocalan bibe ‘Nexşerêya pêvajoyê’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî pirsa li ser banga Rêber Abdullah Ocalan got: “Ev bang wê bibe bangekî sedsalî û nexşerêya pêvajoyê."

Tuncer Bakirhan: Wê banga Rêber Abdullah Ocalan bibe ‘Nexşerêya pêvajoyê’
18 sibat, 2025   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan piştî civîna koma partiya xwe ya heftane pirsên rojnamegeran bersivand. Bakirhan, ji bo pirsa “Dê Abdullah Ocalan bangê kengî bike?” wiha got: “Hevdîtin ewqas hêsan çênabin. Ji rêxistina xwe re, ji saziyan re, ji dostên xwe re, ji PDK, YNK’ê… Şande bi rastî jî pir dixebite. Dema vegeriyan em ê hevdîtinan binirxînin. Ji bo şande di demekî herî nêz de biçe em ê tişta ji dest tê, bikin. Hêvîdar im di demekî herî nêz de were kirin.”

Bakirhan, ji bo pirsa “gelo dê bang di meha Sibatê de were kirin an na” jî ev tişt anî ziman: “Ji hêla me ve tiştekî nezelal nîn e. Heke wezîrê dadê jî pêvajoyê bilez bi rê ve bibe dê di demekî nêz de bi birêz Ocalan re hevdîtin were kirin û piştre mijarê biencam bike. Şande dixwaze nêrînên piştî hevdîtinê parve bike. Bang dê beriya hevdîtinê were kirin an piştre, em dixwazin piştî hevdîtinê were kirin.”

Ji bo îdiaya “Abdullah Ocalan dê banga çekberdanê li PKK’ê bike” jî wiha got: “Me berê gotibû ku dê bangekî sedsalî be. Li gorî me dê nexşerêyeke were diyarkirin. Çek, tenê parçeyeke biçûk ya vê mijarê ye, encam e. Meseleya esasî, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Dê nexşerêyeke ku pirsgirêka Kurd ji zemîna tundiyê derbasî zemîna hiqûq û demokrasiyê bike, be.”

Bakirhan, ji bo pirsa têkildarî tayînkirina qeyûman û gotinên Serşêwirmendê Erdogan, Mûrat Uçum jî ev bersiv da: “Muxatabê me ne şêwirmendek e. Tayînkirina qeyûman jî xespkirina îradeyê ye. Em ê li dijî vê tê bikoşin. Ev sê serdem in gel hildibijêre û ew qeyûman tayîn dikin. Ma Abdullah Zeydan terorîst e? Ma hevşaredara me Sofya terorîst e? Şerm e. Li gorî min raya giştî ya cîhanê baş dizane. Em bi aştî û çareseriyê re ne. Hêvîdar im bê vê xakê.”