Di 2 mehan êrişên dijî Firatê de 18 xwendekar û mamoste şehîd bûn

Di encama êrişên 2 mehan ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Firatê de, 18 xwendekar û mamoste şehîd bûn û 8 din jî birîndar bûn. Her wiha gelek dibistan wêran bûn û bi sedan xwendekar ji xwendinê mehrûm bûn.

Di 2 mehan êrişên dijî Firatê de 18 xwendekar û mamoste şehîd bûn
18 sibat, 2025   19:38
KOBANÊ

Ji 8'ê Kanûna par ve dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li dijî gundewarê Kobanê û herêma Bendava Tişrînê yên kantona Firatê, zêde kirine.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafirên şer û yên bêmriov û çekên giran saziyên xizmetguzarî wekî stasyonên av û kehrebeyê kirin armanc û li dijî welatiyan bi taybet li gundewarê Kobanê komkujî pêk anîn.

Di encama van êrişên hovane de bi dehan dibistanê hatin rûxandin û bi sedan xwendekar ji xwendinê mehrûm bûn, li kêlek wê jî 18 xwendekar û mamoste şehîd bûn û 8 jî birîndar bûn.

Der barê mijarê de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberia Xweser a kantona Firatê li ser malpera xwe ya fermî hevdîtina bi hevserkê desteyê Ehmed Ehmed re kiribû parve kir. Ehmed got dewleta Tirk a dagirker dibistanên seretayî kirin armanc.

Dibistanên bajarê Kobanê yê kantona Firatê ku ji ber êrişan zirar dîtine ev in; dibistana Xirûs a li başûrê bajarê Kobanê ku ew dibistana seretayî ye, ji qatekê pêk tê û bi temamî hat rûxandin.

Dibistana Cada Mexare ya seretayî  ya li başûrê rojavayê Kobanê ya ku ji 2 qatan pêk tê, bi temamî hat rûxandin.

Dibistana Til El Ebir a seretayî ya li rojavayê bajarê Kobanê ya ku ji 2 qatan pêk tê, di qata jor de bi awayekî beşî zirar dîtiye.

Li bajarê Sirînê yê kantona Firatê jî dibistana Dîkan ku dibistaneke seretayî ya ku ji jorekê pêk tê, bi temamî hat rûxandin.

Ehmed destnîşan kir ku di encama hedefgirtina dibistanan û hilweşîna wan de hişt ku bi sedan xwendekar ji xwendinê bêpar bin. Wê yekê bandorek neyênî li pergala perwerdehiyê ya kantona Firatê kir.

(mh/fr)

ANHA