DYAˊyê keştiyek Îranê binav kir; 87 mirin

DYAˊyê li peravên Srî Lankayê keştiya şer a Îranê ya "IRIS Dena" binav kir. Li gorî Rayedarên Srî Lankayê, di encama êrişê de 87 kesan jiyana xwe ji dest da û 32 kes hatine rizgarkirin.

DYAˊyê keştiyek Îranê binav kir; 87 mirin
4 adar, 2026   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Srî Lankayê ragihand ku piştî keştiya şer a Îranê "IRIS Dena" li peravên Srî Lankayê ji aliyê torpîdoya DYA’yê ve hat binavkirin, 87 cenaze hatine derxistin û 32 kes hatine rizgarkirin.

Fermandar Buddhika Sampath ji AP’ê re axivî û got, "Me mirovên li ser avê dîtin." 32 kesên hatin rizgarkirin ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.

180 kes li keştiya hat binavkirin siwar bûbûn.