Berpirsekî Hizbullaha Iraqê ya Babilê hat kuştin

Di êrişa DYA’yê de Berpirsê Şobandin û Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê Ebû Hesen Firêcî û parêzvanên wî hatin kuştin.

Berpirsekî Hizbullaha Iraqê ya Babilê hat kuştin
5 adar, 2026   00:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê ku agahiyên xwe dispêrê çavkaniyên xwe, li navçeya Îskenderiye ya parêzgeha Babilê ya Iraqê hêzên DYA’yê êrişî wesayîta Berpirsê Şobandin û Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê Ebû Hesen Firêcî. Di êrişê de Firêcî û parêzvanên xwe hatin kuştin.

Bi destpêkirina êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê re, li seranserê Iraqê êrişên berdewam li ser meqam û berpirsên Heşdî Şebî pêk hatine û ev êriş heta roja îro jî berdewam dikin.