Ji bo saziyên civakî dewreya perwerdeyê

TEV-DEM’ê, bi armanca pêşxistina hişmendiya civakî, ji bo endam û rêveberên saziyên sivîl dewreyek perwerdeyê vekir.

Ji bo saziyên civakî dewreya perwerdeyê
Ji bo saziyên civakî dewreya perwerdeyê
Ji bo saziyên civakî dewreya perwerdeyê
Ji bo saziyên civakî dewreya perwerdeyê
Ji bo saziyên civakî dewreya perwerdeyê
7 cotmeh, 2025   08:59
QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku sîwaneya saziyên civakî yên sivîl e, ji bo rêveber û endamên saziyan dewreya duyemîn a perwerdeyê vekir.

Perwerdeya li Akademiya Tevgera Civaka Demokratîk bi beşdariya 20 kesan destpê kir. Li gorî agahiyên ku Hevserokê TEV-DEM Ebdulselam Mehmûd dane ajansa me, 20 rêveberên yekîtiyên Esnaf, Sîna û nivîsgehên rêxistinî yên TEV-DEM ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî perwerdeyê dibin.

Di perwerdeya ku dê 15 rojan dom bike de, wê dersên teorîk û pîşeyî werin dayîn.

11`ê Îlonê yekemîn dewreya perwerdeyê ya têkildarî heman mijarê (“Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratî”, Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xebatên rêxistinî) hatibû vekirin.

(sb)

ANHA