Ji ber bandorên derketina pereyên nû û buhabûnê gazin hene

Şênî ji ber zehmetiyên danûstendina bi pereyên nû û nebûna pereyan bi awayeke têrker, bilindbûna buhayên pêdiviyên jiyanê û sotemeniyê gazincan dikin. Şênî daxwaza vekirina navendên fermî ji bo pevguhertina pereyan kir.

Ji ber bandorên derketina pereyên nû û buhabûnê gazin hene
Ji ber bandorên derketina pereyên nû û buhabûnê gazin hene
Ji ber bandorên derketina pereyên nû û buhabûnê gazin hene
Ji ber bandorên derketina pereyên nû û buhabûnê gazin hene
Ji ber bandorên derketina pereyên nû û buhabûnê gazin hene
23 tebax, 2026   03:45
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Gazinên şêniyên bajarê Dirbêsiyê yên girêdayî bandorên derketina pereyên nû û nebûna wan li sûkan û zehmetiyên danûstendina bi pereyên nû, buhabûna kel û pelên jiyanê û sotemeniyê dewam dikin.

Şêniyê bi navê Hemîd Şêxmûs da zanîn ku pereyên nû bûye pirsgirêka ku bandorê li jiyana şêniyan dike, bi taybet bandorê li kesên ku pereyên ku dighêjin destê wan kêm in dike. Hemîd Şêxmûs bang li dîtina makanîzmeyeke zelal ji bo pevguhertina pereyan kir. Ji bo diyarkirina rêkarên têkildarî pevguhertinê daxwaz kir ku divê li mesref û navendên serfkirina pereyan bên dabînkirin.

Hemîd Şêxmûs diyar kir ku hinek firin û benzînxaneyên li bajêr danûstendina bi pereyên kevin red dike, ev dihêle ku ew zehmetiyê di dabînkirina pêdiviyên xwe yên sereke de bikşînin.

Hemîd Şêxmûs bal kişand ser bilindbûna buhayê sotemeniyê û da zanîn ku buhayê mazotê ji derdora 5 hezaran bû 14-15 lîreyên Sûriyeyê, ev ji bo lêçûna jiyanê ya şêniyan giran e.

Şêniyê bi navê Zêdan Nûh diyar kir ku derxistina pereyên nû barê şêniyan girantir dike, bê tu sedemî jî buhayê kel û pelan jî hatiye zêdekirin, buhayên tiştan ji derdora 100 hezar bûye 120 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Nûh destnîşan kirk u nebûna pereyên nû li sûkan hiştiye ku di buhayan de jî cudahî çêbibin, hinek bazirgan di dema firotinê de pereyên kevin zêde dixwazin, ev bandoreke neyînî li şêniyan dike, zehmetiyên kirîn û firtonê derdixe holê.

Hemîd Nûh diyar kir ku danûstendina bi pereyên kevin û nû de, hiştiye ku di nirxê kirîna sotemeniyê de cudahî derkevin, serfkirina 100 dolaran li gorî pereyên kevin dibe derdora mîlyon û 500 hezar lîreyan, li gorî pereyên nû derdora mîlyon û 300 hezar lîreyan e. Rojane ev nakokî derdikevin.

Hemîd Nûh da zanîn ku ji bo bajarê Dirbêsiyê pereyên nû pêwîst dikin, ji bo pevguhertina bi awayeke zelal û fermî jî divê navendên serfkirinê bên vekirin. Her wiha ji bo rêgirtina ber dîtina cudahiyê di navbera buhayan de divê rêkarên pêwîst werin esasgirtin. 

Hemîd Nûh daxwaza birêxistinkirina pêvajoya pevguhertina pereyan kir, domandina danûstendina bi pereyên kevin li gorî demeke diyar bê misogerkirin.

(sb)

ANHA