Di rojnameyên erebî de tevgerên Îsraîlê û zextên li ser Pûtîn

Rojnameyên erebî diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê dê bibin sedema parçebûna mezhebî li Sûriyeyê. Rojnameyan her wiha da zanîn ku êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê serhişkiya Pûtîn a li hember însiyatîfên çareseriyê yên Trump nîşan dide. Li gorî rojnameyan serdana Trump a ji bo Erebistana Siûdî dibe ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne.

Di rojnameyên erebî de tevgerên Îsraîlê û zextên li ser Pûtîn
1 gulan, 2025   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de destwerdanên Îsraîlê yên li Sûriyeyê, şerê Rûsya-Ukraynayê û serdana çavrêkirî ya Trump a bo Erebistana Siûdî nirxandin.

ÎSRAÎL Û ‘PARÇEBÛNA SÛRIYEYÊ’!

Rojnameya El Quds El Erebî ragihand ku piştî rêzeêrişên hewayî yên Îsraîlê yên roja çarşemê yên li ser bajarokê Eşrefiye Sehnaya yê Şamê, rageşî li başûrê Sûriyeyê zêde bûye. Rojnameyê bi bîr xist: "Di êrişê de baregehên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê hatin hedefgirtin, efserek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Ev êriş di demekê de hatin kirin ku şer û pevçûnên xwînî di navbera hêzên rejîmê û çekdarên Durzî yên herêmê de qewimîn ku di encamê de 6 çekdar û 16 endamên ewlehiyê hatin kuştin.”

Rojnameyê ev bûyer wek berdewama rewşa hilweşîna navxweyî ya piştî rûxandina rejîma Beşar Esed nirxand û wiha domand: “Êrişên Îsraîlê yên vê dawiyê destwerdana rasterast a di kar û barên navxweyî yên hesas ên Sûriyeyê de nîşan didin. Di heman demê de Îsraîl hewl dide ji nû ve şiklekî mezhebî bide welat. Daxuyaniyên rayedarên îsraîlî, bi taybetî wezîrê darayî Bezalel Smotrich ku krîza Sûriyeyê bi stratejiyeke herêmî ya berfirehtir a ku armanca wê hilweşandina dewleta Sûriyeyê ye ve girê da, hatin destnîşankirin."

‘ISRARA TRUMP A JI BO BIDAWÎANÎNA ŞERÊ UKRAYNAYÊ PÛTÎN DORPÊÇ DIKE’

Rojnameya Şerq El Ewset rewşa niha ya Rûsyayê bi hilweşîna rejîma Esed ve girê da. Rojnameyê destnîşan kir ku xuya ye serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi redkirina însiyatîfên aştiyê yên DYA-Ukraynayê yên mîna yên ku Esed berî hilweşîna rejîma xwe di Mijdara 2024’an de red kiribû, şaşiyên Esed dubare dike.

Rojnameyê bi bîr xist: "Her çend Pûtîn ji bo salvegera serkeftina li ser nazîzmê agirbesteke demkî ya 3 rojan di Gulanê de ragihand jî, wî Ukrayna bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir. Pûtîn hewl da xwe wekî polîsekî baş xuya bike. Lê li gorî çavdêran ev nêzîkatî têkçûna Pûtîn a di bikaranîna fersenda kêmkirina rageşiyê de venaşêre."

 ‘TRUMP LI RIYADÊ... SERDANA SERDANAN’

Rojnameya Okaz bal kişand ser amadekariyên berdewam ên serdana serokê DYA’yê Donald Trump bo paytexta Erebistana Siûdî Riyadê, ku tê payîn di dawiya vê mehê de pêk were.

Rojnameyê serdan wek bûyereke girîng ku “dikare siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Rojhilata Navîn di serdema pêş de biguherîne" nirxand.

Rojnameyê destnîşan kir ku hevdîtinên siberojê yên Trump û serokatiya Siûdî dê hevkariya stratejîk a di navbera her du welatan de vejîne.

Li gorî Okazê; "Ev serdan dikare bibe destpêka tevgerên dîplomatîk ên nû, peymanên mezin ên aborî û rêkeftinên parastina herêmî, ku bandorê li her du welatan dike. di heman demê de dikare bandorê li bazarên cîhanî û pirsgirêkên mezin ên wekî guherîna avhewayê, ewlehiya xurekî û pêşkeftina domdar jî dike, nemaze di demekê de ku herêm hewceyî hevsengî û baweriya navneteweyî ye."

(bb)