Almanyayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Sûriyeyê

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê hişyarî da welatiyên xwe ku ji ber “xerabûna ewlehiyê” neçin Sûriyeyê.

Almanyayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Sûriyeyê
1 gulan, 2025   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Sûriyeyê. Wezaretê îro di raportekê de diyar kir ku "Balyozxaneya Almanyayê ya Şamê girtî ye" û tekez kir ku "xizmetên balyozxaneyê ji welatiyên Alman re li Sûriyeyê pir kêm in û tenê di rewşên awarte de têne kirin.”

Wezaretê her wiha diyar kir ku eger kesek neçar bibe ku biçe Sûriyeyê, ew pêşniyar dike ku "planeke ewlekariyê ya baş û profesyonel" were danîn û diyar kir ku "rewşa ewlekariyê ya giştî li Sûriyê ne aram e.”

Wezaretê her wiha hişyarî da ku "reftarên karmendên ewlekariyê li Sûriyeyê nayên pêşbînîkirin" û diyar kir ku "dibe ku kiryarên bê ser û ber ji aliyê wan ve werin kirin", her wiha xwest bi şev qet negerin.

Berî çend rojan wezîra karên hundir a Almanyayê Nancy Faeser, li gel hevtayê xwe yê Awisturyayê Gerhard Karther serdana Sûriyeyê kiribû.

Li gor nûçeya Radyoya Wuppertal a Almanyayê, şandeya hevbeş a Alman-Awisturyayê, di nava tedbîrên tund ên ewlehiyê de ji Qibrisê hatibû Şamê.

(k)