Di roja 2'yemîn a Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan de çalakiyên dewlemend

Di roja 2'yemîn a Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan de panelek hat lidarxistin, pêşangeha wêneyên şehîd Cîhan Bîlgîn hat vekirin û 3 fîlmên sînema û kurtefîlm hatin pêşandan.

Di roja 2'yemîn a Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan de çalakiyên dewlemend
27 gulan, 2025   00:07
QAMIŞLO

Duh Kollektîva Kezî ya Jinên Sînemager, Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi hevkariya Sînemaya Jinan a Rojavayê Kurdistanê (SîneJin) û Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Nûjiyan li parka Azadî ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Duh, çalakiyên Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan ji hêla Kollektîva Kezî ya Jinên Sînemeger, bi piştgiriya Sîne Jin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, dest pê kirin.

Wê di mîhrîcanê de 37 kurtefîlm û belgefîmên ji Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Amerîka, Ermenistan û Ewropa  li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û Parka Azadî ya Qamişloyê werin pêşandan.

Di roja 2'yemîn a mîhrîcanê de du bûyerên girîng ên teqeziyê didin rola jinê di cîhana sînemayê de hatin pêşkêşkirin. Ya yekemîn paneleke diyalogê bi navê "Jin li pişta jinê" û ya duyemîn fîlemek sînemayê bi navê "El Vaquero - Kawboy" a li ser xurtkirina jinan bi rêya huner û aşopiyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hat pêşandan.

Ji bo bibîranîna nûçegihana ajansa me şehîd Cîhan Bîlgîn a ku di 19'ê Kanûna 2024'an de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê de şehîd bûye, pêşangeheke wêneyên wê di mîhrîcanê de hat vekirin.

Vê êvarê fîlma "The Sea and it Waves" ji derhêneriya Liana & Renaud a ku di 2023'yan de li Lubnanê hatibû kişandin û balê dikişîne ser krîza giran a aborî ya Lubnanê û berbelavbûna vîrusa Koronayê ya ku pergala tenduristî wêran kiriye, her wiha trajediya bendera Beyrûtê, hat pêşandan.

Ev ne cara yekemîn ku ev film tê pêşkêşkirin, berê jî li bajarê Can a Fransayê hatibû pêşandan, her wiha mîhrîcanê kurtefîlma ‘Ghalia’ bi derhêneriya Amira Sayed (2023), filma ‘The Far Mountain’ bi derhêneriya Lide Billelabeitia (2024) û ‘The Dream’ bi derhêneriya Gulê Welat (2023) pêşandan.

(mh/fr)

ANHA