Festîvala Wêjeyî ya Firatê bi dawî bû

Yekemîn Festîvala Wêjeyî ya Firatê ya li bajarê Reqayê hat lidarxistin bi şahiyeke hunerî û xelatkirina beşdaran bi dawî bû.

Festîvala Wêjeyî ya Firatê bi dawî bû
Festîvala Wêjeyî ya Firatê bi dawî bû
Festîvala Wêjeyî ya Firatê bi dawî bû
Festîvala Wêjeyî ya Firatê bi dawî bû
Festîvala Wêjeyî ya Firatê bi dawî bû
Festîvala Wêjeyî ya Firatê bi dawî bû
Festîvala Wêjeyî ya Firatê bi dawî bû
Festîvala Wêjeyî ya Firatê bi dawî bû
27 gulan, 2025   00:14
REQA

Çalakiyên roja 3'yemîn, ya dawîn a Yekemîn Festîvala Wêjeyî ya Firatê ya li bajarê Reqayê,  bi rêya helbest û çîrokên curbicur ên wêjevan û helbestvanên Sûriyeyî, girîngî da dîrok, şaristanî û hevsengiya çandên li Sûriyeyê.

Festîval, di 23’yê Gulanê de, ji aliyê Desteya Çandê û Şûnwaran a kantona Reqayê ve, bi diruşma "Ximava Sûrî ji bo aştiyê" hat lidarxistin. Di festîvalê de helbestvan û wêjevanên ji tevahî herêmên Sûriyeyê beşdar bûn.

Di roja 3'yemîn a festîvalê de, bi sibehê serdana saziyên Rêveberiya Xweser hat kirin û sîstema wan hat naskirin. Di êvarê de Koma Hunerên Gelêrî ya Reqayê stranên kultûrî û folklorî pêşkêş kirin. Dûre helbestvan Omer El Seran, Izdîhar El Xetîb, Sosin Şêx Bekir, Xêredîn El Mirhî û Mihemed Şeme helbestên xwe xwendin.

Di dawiya festîvalê de beşdarên festîvalê, ji aliyê hevseroketiya Desteya Çandê û Şûnwaran ve hatin xelatkirin û festîval bi şahiyeke hunerî ji aliyê Koma Baqî Xido ya bajarê Kobanê û Koma Navenda Çandê ya Reqayê ve, bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA