Di navbera Talîban û DYAˈyê de pevguhertina dîlgirtiyan

Talîbanê ragihand ku DYA’yê di berdêla 2 welatiyên amerîkî yên li Efganistanê de girtî "şervanekî Efganî" berda.

Di navbera Talîban û DYAˈyê de pevguhertina dîlgirtiyan
21 ÇILE, 2025   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Talîbanê îro ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) girtiyekî Efganî di berdêla 2 welatiyên amerîkî de ku li Efganistanê hatibûn ragirtin, serbest berdane. 

AFPˈê ragihand ku dîlgirtiyên her du aliyan li gorî rêkeftina bi navbeynkariya Qeterê hatin berdan.

Wezareta Karên Derve ya Talîbanê daxuyand: “Şervanê efganî Xan Mihemed ê li DYA’yê hatibû girtin beramberî serbestberdana 2 welatiyên amerîkî û vegerandina wan a li warên wan, hat berdan.”

Wezaretê bi bîr xist ku Xan Mihemed ku beriya nêzî 20 salan li parêzgeha Nangarhara ya Efganistanê hatibû girtin û cezayê muebbetê lê hatibû birîn, li Kalîforniya hatibû ragirtin.

(bb)