3 endamên Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî hatin kuştin

Dud di 2 bûyeran de 3 endamên Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatin kuştin.

3 endamên Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî hatin kuştin
27 nîsan, 2026   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh cenazeyê kesekî serjêkirî di oteleke li perava Laziqiyê de hat dîtin. Piştre diyar bû ku cenaze yê endamê Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê Omer Yûsif ê ji Idlibê ye.

Şahidên bûyerê diyar kir ku Omer Yûsif di rewşeke biguman de hatiye kuştin û hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê belav bûne.

Li gundê Cebirlî yê rojavayê bajarê Girê Spî jî mayinek bi 2 endamên hikumeta demkî ve teqiya û di cih de mirin.

(bb)