Di komxebata jinan de ‘çand û exlaq’ û ‘biratiya gelan’ hatin nîqaşkirin

Di beşên yekemîn û duyemîn ên komxebata jinan a li Reqayê de, bingeha birfatiya gelan, rola çand û exlaqê di hevgirtina civakê de û hewldanên desthilatdariyê yên tunekirina van bingeh û nirxan hatin nîqaşkirin.

Di komxebata jinan de ‘çand û exlaq’ û ‘biratiya gelan’ hatin nîqaşkirin
Di komxebata jinan de ‘çand û exlaq’ û ‘biratiya gelan’ hatin nîqaşkirin
Di komxebata jinan de ‘çand û exlaq’ û ‘biratiya gelan’ hatin nîqaşkirin
Di komxebata jinan de ‘çand û exlaq’ û ‘biratiya gelan’ hatin nîqaşkirin
Di komxebata jinan de ‘çand û exlaq’ û ‘biratiya gelan’ hatin nîqaşkirin
Di komxebata jinan de ‘çand û exlaq’ û ‘biratiya gelan’ hatin nîqaşkirin
Di komxebata jinan de ‘çand û exlaq’ û ‘biratiya gelan’ hatin nîqaşkirin
14 mijdar 2023   14:42
REQA

Komxebat bi dirûşma "Bi rihê neteweya demokratîk em ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî dimeşin, ji bo Rêber Abdullah Ocalan" li bajarê Reqayê tê lidarxistin û bi nîqaşkirina mijarên “biratiya gelan, çand û huner, jineolojî, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, cografya, têgeha eşîran” dewam dike.

Komxebat li hola Mişwar a bajêr bi amadebûna seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Edalet Omer, sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sîham Dawûd û nêzî 250 kesayet û endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên partiyên siyasî û Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tê lidarxistin.

Komxebat ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad Casim ve tê birêvebirin. Di beşa yekemîn a komxebatê de hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Zuleyxa Ebdî der barê “biratiya gelan” de axivî. Zuleyxa got: “Rojhilata Navîn xwedî çandeke dîrokî ya kevnar e û dendika yekemîn a afirandina jiyaneke civakî û siyasî bû. Li ser vê cografyayê vê çanda civakî gavên xwe yên yekemîn avêtin û pergala dayiksalariyê esas girt. Rastiya vê çandê xwe nespart desthilatdarî û zilmê.”

Zuleyxa bal kişand ser rola çandê di xurtkirina hevgirtina civakan de û got: “Civaka xwezayî esas hat girtin. Vê yekê avakirina ruhê hevkarî û biratiyê geş kir. Bi derketina civaka çînî ya ku xwe spart pergala baviksalar û desthilatê re, çanda dayiksalariyê ji rê hat derxistin û dûrî rastiya wê kirin.”

Zuleyxayê diyar kir ku desthilat azadiyê pêk nayne û got: “Hewldanên ji bo pêkanîna armancên siyasî li gel hebûna desthilatdariyê ne pêkan in. Ji ber ku azadî xwe dispêre rêzgirtina civakî, avakirina têkiliyên civakî, hevjiyana çand û gelan li ser bingeha biratiya gelan.”

Beşa duyemîn a komxebatê ku bi sernavê “Çand û Exlaq” bû, ji aliyê endama rêveberiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hind Daxistanî ve hat birêvebirin. Hind di semînera xwe de bal kişand ser girêdana exlaqê bi zihniyeta civakê re û gotina Rêber Abdullah Ocalan a “Eger zîhniyet girêdayî exlaq nebe tu qîmeta wê nîn e” bi bîr xist.

Hindê wiha dirêj da axaftina xwe: “Rêber Abdullah Ocalan berdewamkirina civakan bi hebûna exlaqê ve girê da. Ev yek nayê wateya ku civak di aliyê fîzîkî de dê qir bibe, lê belê di aliyê fikrî de qir dibe. Eger civakeke ne xwedî çanda exlaqê be, tu hebûn û mayîna wî nîn e. Civak bi xwezaya xwe ji komeke ferdên ku civakeke li ser bingehên exlaqî ya li ser hatî lihevkirin rabûye çêdikin, pêk tê.”

Hindê bal kişand ku pîvanên exlaqî yên her civakekê ji hev cuda dibin, lê belê xalên ku hemû mirovahî li ser hev dikin jî hene.

Piştre beşdaran der barê her du beşan de nêrînên xwe parve kirin. Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Buseyne Ebdo di nirxandinên xwe de bal kişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyan û baweriya bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û got : "Ev her du tişt dê serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Endama Meclisa Idlib El Xedraa Meysûn Mihemed jî diyar kir ku bi hevgirtina pêkhateyên herêmê û fedakariyên keç û xortên wan, bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin. Endama meclisê Hesîna Mansûr jî îşaret bi bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Komxebat bi xwendin û nîqaşkirina her du beşên din ên bi sernavên “Cografya û Têgeha Eşîran” dewam dike.

(c)

ANHA