145 Êzidiyên din vegeriyan Êzidxanê
Li gorî Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, 145 koçberên din ên Êzidî ji Kampa Bersivê-1 a li Başûrê Kurdistanê bi dilxwazî vegeriyane Şengalê.
Vegera koçberên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê bo warê xwe dewam dike.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya bernameya hikûmet û wezareta wan a ji bo bidawîkirina dosyaya koçberan de, îro 145 koçberên Êzidî ji Kampa Bersivê-1 ya girêdayî Zaxo bi daxwaza xwe vegeriyan Şengalê û derdora wê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku vegera koçberan bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Dihok û Ninowayê pêk tê û hat diyarkirin ku koçberên vedigerin pêdawîstiyên sereke jê re tên peydakirin.