Di hefteya dawîn de rojeva jinan

Di hefteya borî de li Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê destdirêjî li jinan hate kirin û KJK`ê li dijî êrişên li ser Rojava bang li jinên Kurd kir.

23 cotmeh, 2026   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê jinan di vê hefteyê de li hember destdirêjiyên li ser jinan helwesta xwe diyar kir û Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bang li jinên Kurd kir ku xwedî li “Şoreşa Jinan a Rojava” derkevin. Li Îranê jî rejîmê ji bo zextê li jinan bike mekanîzmayeke nû derxistiye û li Girtîgeha Evîn nexweşiya korona di nava girtiyên jin de belav bûye. Li Fasê cara yekem jinek bû serokwezîra û ji Hindistanê fîlozofekê nameyek ji Rêber Abdullah Ocalan re şand. 

KJK`Ê BANG LI JINÊN KURD KIR

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) der barê êrişên li ser Rojava û bi taybet destdirêjiya li wêneyên şehîdên jin de 16’ê Cotmehê daxuayaniyek da diyar kir: “Her kes dizane ku her êrişa li ser Rojava, li dijî hemû Kurdan, jinên Kurd û hemû mirovahiyê ye.”

KJK`ê bang li jinên Kurd kir: “Jinên Kurd li Kurdistanê û li ku derê bin, divê di asta seferberiyê de xwedî li Şoreşa Jinan a Rojava derkevin û bi çalakiyên hevpar ruhê yekitiya neteweyî li qadan xurt bikin.”

Koordînasyona Kongra Star der barê cara duyemîn cezayê darvekirinê dayîna siyasetmedara jin Werîşe Mûradî de jî ji hemû jinan daxwaz kir ku berpirsyar nêz bibin û dengê xwe li hember cezayê darvekirinê yê li ser Werîşe Mûradî bilind bikin û daxwaz kir ku komîteyeke lêkolînê ya serbixwe were avakirin.

LI EWROPAYÊ KONFERANSA JINEOLOJIYÊ

Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê 16`ê Cotmehê dest pê kir û 3 rojan dewam kir. Zêdetirî sed delege ji Swîsre, Almanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Îngilistan, Îrlanda, Spanya û Îtalyayê tev li konferansê bûn. Di nava delegeyan de akademîsyen, dayikên şehîdan, hunermendên jin û siyasetmedarên jin hebûn. Rewşa xebatên jineolojiyê li Ewropayê nirxandin û destnîşan kirin ku divê jineolojî xwe bigihîne koka civakê û ji pirsgirêkên jinan re bibe çareserî. Têkildarî zarok, ciwan û jinan gelek pêşniyarên cur bi cur hatin pêşkêşkirin.

TÊKOŞÎNA LI HEMBER DESTDIRÊJIYA LI DIJÎ JINAN

Li gundekî navçeya Sêwereg a Rihayê di 16`ê Hezîranê de jina bi navê E.C. ji aliyê komekê ve hatibû revandin û destdirêjî lê hatibû kirin. Li hemberî wan kesan doz hatiye vekirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo piştgirî û tevlêbûna doze ya 18`ê Cotmehê li ser platformên X û Instagramê xebata hashtagê pêk anî.

LI GIRTÎGEHA EVÎNÊ KORONA BELAV BÛYE

Komîteya Jinan a Meclisa Berxwedana Neteweyî ya Îranê (NCRI) roja 18`ê Cotmehê li ser malpera xwe diyar kir ku roja 15-16`ê Cotmehê hatiye ragihandin ku li beşa jinan a Girtîgeha Evîn virusa koronayê belav bûye. Li gorî raporan giştî girtiyên jin bi koronayê ketine û ew ji dermankirine mehrûm kirine. Her wiha di raporan de hatiye gotin ku pirsgirêka xwarinê li girtîgeha Evîn heye û girtiyên jin ji ber xwarin kême yan jî nayê xwarin neçarin ku tenê nan û mast bixwin.

REJÎMA ÎRANÊ KOMA KAR A HÎCABÊ AVA KIRIYE

Serokê Zanîngeha Tehranê Mihemed Huseyîn Omîd ji ajansên nûçeyan ên Îranê re ragihand ku ji bo çavdêriya cil û bergên xwendekaran bikin, yekîneyeke taybet a bi navê "Koma Kar a Hîcabê" ev bûye nêzî 5-6 mehan hatiye avakirin, ev komîte dema dibîne xwendekaran hîcab nedanîne, bang li wan xwendekaran dikin û zextê li wan dikin.

Omîd got heke xwendekar hîcabê daneynin û “cil û bergên guncaw” li xwe nekin, ew ê bi tundî nêzî wan bibin.

LI FASÊ CARA YEKEM JINEK BÛ SEROKA HIKUMETÊ

Li Fasê cara yekem Fatma Zehra Mensûrî bû seroka hikumetê. Hikumeta Fasê ji 32 kesan pêk tê, ji wan tenê 7 kes jin in.

Fatma Zehra Mensûrî 3`yê Çileya 1976`an ji dayik bûye û li Fransayê xwendiye. Siyasetmedar û parêzer bû, ew koordînatora Partiya Rastîn û Modernîteyê (PAM) e û ji sala 2009-2015`an ve şaredara Merakişê bû.

FÎLOZOF GAYATRI CHAKRAVORTY SPIVAK NAME JI RÊBER APO RE ŞAND

Fîlozofa hindistanî û bîrewera postkolonyal Gayatri Chakravorty Spivak di nameya xwe de xîtabî Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Ev demeke dirêj e hûn li hemberî rehîngirtinê û ya carina jî di bin tecrîdê de derbas dibûn û banga we ya têkildarî wekheviya zayendî ya civakî jî bandorek li min kir."

DADGEHA LEŞKERÎ YA TÛNISÊ SIYASETMEDARA JIN CEZA KIR

Dadgeha leşkerî ya Tûnisê duh (çarşemê) 4 sal cezayê girtîgehê û cezayê pere yê nêzîkî 12 hezar euro li çalakvan û siyasetmedar Olefa Hamdî birî. Ew bi sûcên 'komploya li dijî ewlehiya dewletê' û 'teşwîqkirina leşkeran ji bo serî netewînin' hat tawanbarkirin.

(np)