Di Festîvala Çandê ya 2ˊyemîn de semînera "Kurteçîroka li Rojava"

Çalakiyên roja 2’yemîn ên Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2ˊyemîn a li bajarê Qamişloyê bi dayîna semînereke rexneyî ya bi navê "Kurteçîroka li Rojava" û pêşbirka wêjeyî, berdewam kirin.

9 mijdar, 2025   22:03
QAMIŞLO

Duh, Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi hevkariya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2ˊyemîn bi tevlêbûna 45 çîroknûsan û 45 çîrokan, bi diruşma "Ji êşê em çîrokê diafirînin û ji çîrokê em hêviyê diafirînê" li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Ji wan çîrokan 24 bi zimanê Erebî û 21 bi zimanê Kurdî ne.

Çalakiyên roja 2’yemîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre semînerek rexneyî bi sernavê "Kurteçîroka li Rojava" ji hêla nivîskar Ebdilwehab Pîranî ve hat dayîn. Di semînerê de behsa pêşxistina kurteçîroka di nava 15 salên dawî de hate kirin.

Ebdilwehab Pîranî diyar kir ku "Ev huner ji çîrokên devkî û yên ji nifşan li gundan hatine wergirtin dest pê kir." Pîranî destnîşan kir ku kurteçîroka Kurd, ruxmî nebûna arşîveke wêjeyî, di salên 1960ˊyan de derket. Beriya ku di vê dawiyê de ji bo gelek zimanan were wergerandin û were belavkirin, bi awayekî devkî dihat veguhastin."

Pîranî bal kişand ser bandora rêbazên medyaya dîjîtal li ser belavkirina kurteçîrokan û da zanîn ku wê rola "çîrokbêj" bi rêya parvekirinên rojane yên behsa helwestên mirovî dikin, zindî kir.

Pîranî anî ziman ku "veguherandina çîrokên Kurdî bo xebatên sînemayê yan jî şanoyê dê di pêşxistin û belavkirina wê de bi awayekî berfireh bibe alîkar."

Piştî semînerê pêşbirkeke wêjeyî ku tê de pirs hatin kirin dest pê kir. Yê serkeftî hat xelatkirin.

Çalakiyên roja duyemîn bi pêşxistina kurteşanoyêyekê bi navê "rewşenbîr" ji performansa koma dibistana şanoyê ya Desteya Çandê, bi dawî bûn.

Wê sibe, roja dawî, çalakî bi bernameya stran û curbicur bê destpêkirin, weke xwendina 2 kurteçîrokan; yek bi zimanê Kurdî û ya din bi zimanê Erebî werin xwendin.

Wê spasname li beşdaran, xelat werin belavkirin. Ji hêla komîteya nirxandinê ve wê sînevîzyonek pêşkêşkirin, endamên komîteya nirxandinê û 6 çîroknûs ji eslê 45 beşdarên çîrokên xwe pêşkêş kirine(3 erebî û 3 kurdî), werin xelatkirin.

(ac/fr)

ANHA