Di êrişên li ser Lubnanê de 9 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 9 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.

Di êrişên li ser Lubnanê de 9 kes hatin kuştin
30 nîsan, 2026   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Lubnanê, di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 9 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn, her wiha zirarên mezin gihaştin milk û avahiyan.

Hate diyarkirin ku êrişên hewayî û yên bi obîsan li ser bajarokên Cebîst, Tol, Harûf, Sultaniye, derdora Zûtir û Mêfêdûn hatin kirin.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wê hedefên Hizbullahê li başûrê Lubnanê kirine armanc. Her wiha ragihand ku di êrişa bi mûşekan a Hizbullahê de balafireke bêpîlot ketiye.

(bb)