Patrîk Mar Ignatius Ephrem îro tê Qamişloyê

Patrîkê Antakya û Tevahî Rojhilat û serokê Bilind ê Dêra Suryanî ya Ortodoks a Antakyayê Mar Ignatius Ephrem ê Duyemîn dê îro were Qamişloyê.

30 nîsan, 2026   14:41
QAMIŞLO

Patrîkê Antakya û Tevahî Rojhilat û serokê Bilind ê Dêra Suryanî ya Ortodoks a Antakyayê Mar Ignatius Ephrem ê Duyemîn (Seîd Kerîm) îro tê Qamişloyê.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, patrîk dê piştî nîvro bigihêje Qamişloyê û dê li Çerxerêya Şehîdan were pêşwazîkirin. Piştre dê biçe Dêra St. Yaqûb El Nisîbînî. Di çarçoveya amadekariyên pêşwazîkirinê de gelek rê hatine girtin.

Patrîk Mar Ignatius Afrem sala 1965'an li Qamişloyê ji dayik bûye. 29'ê Gulana 2014'an li şûna Patrîk Zeka Iwas hat hilbijartin û 123'yemîn patrîkê Dêra Antakya û Tevahî Rojhilat û serokê Bilind ê Dêra Ortodoks a Suryanî ye. Ji wê demê ve bi navê "Partîkê Aştiyê" tê binavkirin. Hewldanên wî ji bo pêşxistgsina têkiliyên di navbera pêkhateyan û piştgiriya diyalogan û jiyana hevbeş de ne.

Di çarçoveya bernameyê de, dê serdana Tirbespiyê, Dêrik û Hesekê bike û bi girseyî were pêşwazîkirin. Di dema serdanê de dê Dêra M Dêra St. George ku yek ji mezintirîn dêrên herêmê ye, were vekirin.

(bb)

ANHA