Rejîma Îranê ceza li 8 mamosteyan birî

Dadgeriya Îranê cezayê girtîgehê li 3 mamosteyên mêr û cezayê pereyan jî li 5 mamosteyên jin birî.

 Rejîma Îranê ceza li 8 mamosteyan birî
30 nîsan, 2026   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî der barê cezakirina hejmareke mamostayên bajarê Kirmanê yê Îranê de agahî parve kirin.

Li gorî nûçeyê, ji aliyê Şaxê Yekem ê Cîbicîkirina Cezayan a Dadgeha Kirmanê ve cezayê 70 milyon tûmen ji bo 5 mamosteyên jin ên bi navên Şehnaz Rezaî Şerîf Abadî, Zehra Ezîzî, Leyla Efşar, Mîtra Nîkpûr û Fatime Yezdanî hate birîn. Her wiha, li 3 mamosteyên mêr jî cezayê 6 meh zindanê hate birîn.