Di êrişên li ser baregehên Heşdî Şabî de 52 qurbanî

Li hember baregehên Heşdî Şabiyê yên li Babîl, Mûsil, Enbar û Kerkûkê êriş pêk hatin. di êrişan de herî kêm 52 kes hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Di êrişên li ser baregehên Heşdî Şabî de 52 qurbanî
12 adar, 2026   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 28’ê Sibatê ve şerê di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA)-Îsraîlê de berdewam dike û belavî herêmê dibe. Wek çend welatên cîran ên Îranê, çiruskên şer li Iraqê jî ketine. Tenê duh li parêzgehên Enbar, Nînowa, Babil û Kerkûkê bi caran êrişî baregehên hêzên Heşdî Şabî hate kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li bajarokê Qaîme yê ser bi parêzgeha Enbar, duh baregeha Lîwaya 19 ya Heşdî Şabî hate hedefgirtin. Di encamê de 30 endamên hêzên Heşdî Şabî hatin kuştin û birîndar bûn. Lê DYA û Îsraîlê heta niha bi fermî êrişê negirtine ser xwe.

Ev baregeha Heşdî Şeabî ku nêzîkî balafirgeha navneteweyî ya Qaîme ye û diekve 400 km nêzîkî bakurê rojavayê Bexdayê, bi temamî rûxiya.

Doh carek din êrişî baregeha Heşdî Şabî ya li parêzgeha Babilê hate kirin. Li gorî dîmenên hatine belavkirin, teqînek mezin rû da û dûyekî mezin li ser baregehê ket. Lê heta niha têkildarî zerer û ziyanên canî û madî yên êrişê ti agahî nehatine belavkirin.

Doh baregeha Heşdî Şabî ya li parêzgeha Nînowayê hate bombebarankirin. Di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûn.

Her wiha direngiya şeva bihurî jî li taxa Bedir a ser bi parêzgeha Kerkûkê êrişî baregeha Heşdî Şabî (Tirkmen) hate kirin û di ecnamê de 4 çekdar hatin kuştin û 13 çekdar jî birîndar bûn. Demildest birîndaran rakirin nexweşxaneyê û ji bo birîndaran banga dayîna xwînê li welatiyan hate kirin.