Li Humsê qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin

Piştî êrişa li dijî avahiya Rêveberiya Herêma Til Şewr, hikumeta demkî ya Sûriyeyê qedexeya çûn û hatinê li hin gundên Humsê ragihand.

Li Humsê qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin
12 adar, 2026   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa li ser avahiya Rêveberiya Herêma Til Şewr ku duh hatibû kirin, hikumeta demkî ya Sûriyeyê qedexeya çûn û hatinê li hin gundên li rojavayê bajarê Humsê ragihand. Qedexeyê vê sibehê saet di 07.00'an de dest pê kir û dê heya saet 17.00'an dewam bike.

Li gorî daxuyaniya hêzên ewlekariya hundirîn ên Humsê li van gundan qedexeya çûn hatinê hatiye ragihandin; Meşahîda, Niwêha, Helebiye, Cedîdet El Asî, Retiya, Behra, Xirbe Xazî, Til Şewr, Dehna û Îsyon.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku qedexe ji bo xurtkirina ewlehiya herêmê û şopandina kesên êriş kiriye, hatiye ragihandin. Bang li şêniyan hat kirin ku li gorî biryara qedexeyê tev bigerin.

(bb)