Di êrişa Îsraîlê ya li ser Lubnanê de 7 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li ser herêma Remla Beyda ya Beyrûtê de 7 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya li ser Lubnanê de 7 kes hatin kuştin
12 adar, 2026   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişa berbanga îro ya Îsraîlê ya li ser herêma Remla Beyda ya Beyrûtê de 7 kes hatine kuştin û 21 kes birîndar bûne.

Wezaretê diyar kir ku êriş li dijî erebeyekê hat kirin. Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) jî ragihand ku hemwextî êrişê, dronên Îsraîlê bi nizmî li ser herêmê digeriyan.

Ji destpêka şerê Îsraîl-DYA û Îranê û destwerdana Hizbullahê ve, ev êrişa sêyemîn a li ser Beyrûtê ye.

(bb)