Li Sûriyê 14 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de herî kêm 14 kes hatin kuştin

Li Sûriyê 14 kes hatin kuştin
28 gulan, 2025   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Sûriyeyê ya Mafên Mirovan di 24 saetên borî de herî kêm 14 kes li deverên cuda yên Sûriyeyê hatine kuştin.

Li gundewarê Idlibê, zarokek dema pezê xwe diçêra bi teqîna bombeyekê jiyana xwe ji dest da, li gundewarê Elbûkemalê jî zilamek û keça wî ji aliyê pismamê xwe ve hatin kuştin.

Li gundewarê Şamê, zarokekî çar salî di encama eşkence û şewitandina di mala dê û bavê xwe de ji aliyê jinbava xwe ve hat kuştin. Li gundewarê Laziqiyê jî ciwanek û jinek elewî ji aliyê şivanan ve hatin kuştin, li Deraayêjinek  ji aliyê hevjînê xwe ve ji ber nakokiyeke malbatî hat kuştin.

Termê xortekî li sûka sebzeyan li Humsê hat dîtin, li Hemayê jî zilamek ji aliyê çekdarên nenas ve bi hinceta hevkariya bi rêjîma Baisê re hat kuştin. Li Dêrezorê di şerê li bajarê Meyadîn de zarokek jiyana xwe ji dest da, li Qamişlo jî jinek ji aliyê çekdarên ku li motorsîkletekê siwar bûn hat kuştin. Her wiha di şer û pevçûnên li bajarokê Suluk ê girêdayî gundewarên Reqayê de, çeteyekî Artêşa Niştimanî û 2 endamên êla El Neîm hatin kuştin.

(k)