Baregeha Îngiliz a li Qibrisê hat bombebarankirin

Baregeha Hewayî ya Akrotiri ya Îngilistanê ya li Qibrisê bû hedefa êrişa balafirên bêmirov.

Baregeha Îngiliz a li Qibrisê hat bombebarankirin
2 adar, 2026   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya rojnameya Cyprus mailê, baregeha hewayî ya RAF Akrotiri ya Îngilistanê roja Duşemê bû hedefa balafireke bêmirov ku li baregehê ket. Di agahdarkirinê de ku ji personelên baregehê re hate şandin, hate ragihandin ku "balafireke bêmirov a biçûk" li balafirgehê ketiye û rayedaran dest li bûyerê werdane.

Hate ragihandin ku tiştek bi kesî nehatiye û "xisareke biçûk" li qadê bûye. Rayedarên baregehê bang li personelan kirin ku li cihê lê ne bimînin û heta fermaneke nû li bendê bimînin. Her wiha tedbîr hatin zêdekirin.

Dengê teqînê û sîrenê li bajarê Limasolê jî hate bihîstin. Hate ragihandin ku baregehên Îngiliz demeke kurt beriya nîvê şevê "gefa ewlekariyê" hate ragihandin.