Îsraîlê li sînorê Sûriyeyê bajarokek topbaran kir

Îsraîlê bi çekên giran derdora bajarokê Hedir ê li sînorê bajarê Quneytera yê başûrê rojavayê Sûriyeyê tobparan kir.

Îsraîlê li sînorê Sûriyeyê bajarokek topbaran kir
22 cotmeh, 2024   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên Îsraîlê zeviyên nêzî bajarokê Hidir ê bi ser sînorê Colanê ve tobparan kir.

Hemwextî wê şewatek li zeviyên aliyê Cewlanê çêbû û tu zirarên mirovî nehatin ragihandin.

Li aliyekî din jî hêzên Îsraîlê kolandina xendekan li ser sînorê Colanê dewam dikin.

(mh)

ANHA