Di êrişa Rûsyaye ya li ser Odessayê de sivîlek hat kuştin

Şaredarê bajarê Odessayê ragihand ku hêzên Rûsyayê bi balafirên bêmirov ên biçek êrişî bajar kiriye, di encamê dê sivîlek hat kuştin û hin jî birîndar bûne.

Di êrişa Rûsyaye ya li ser Odessayê de sivîlek hat kuştin
19 tîrmeh, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê bajarê Odessayê yê Ukraynayê Gennady Trukhanov ragihand ku hêzên Rûsyayê îro (19 Tîrmeh) bi dronan êrişek li ser bendera bajêr kir û di encamê de avahiyek şewitî û kesek hat kuştin.

Şaredarê bajêr Gennady Trukhanov diyar kir ku hejmara birîndaran zelal nebûye. Trukhanov li ser Telegramê nivîsand: "Hemû tîmên awarte di rewşa amadebaşiyê de ne.”

Şaredarê Odessayê diyar kir ku herî kêm bi 20 dronan êrişî bajêr hatiye kirin û da zanîn ku pir caran ev bajar bûye armanca êrişên Rûsyayê ye, ji ber êrişê şewat li avahiyeke pirqatî ya niştecihbûnê derketiye.

(ac/bb)