‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye sembola azadî û mirovahiyê’

Hevserokê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Bekir El Ceradê, da zanîn ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye sembola azadî û mirovahiyê, sîstema xweseriyê jî, ji b Suriyeyek nenavendî mînak e.

‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye sembola azadî û mirovahiyê’
‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye sembola azadî û mirovahiyê’
‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye sembola azadî û mirovahiyê’
‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye sembola azadî û mirovahiyê’
‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye sembola azadî û mirovahiyê’
‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye sembola azadî û mirovahiyê’
19 tîrmeh, 2025   10:23
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Têkildarî salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, Hevserokê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Bekir El Ceradê ji ANHA`yê re axivî.

Bekir El Ceradê diyar kir ku şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa gelane, sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî berhemek vê şoreşê ye. El Ceradê bibîr xist ku hêzên parastina herêmê YPG û YPJ jî, ji hamû pêkhateyan hatin avakirin û wiha dom kir: “Niha nirxên mirovahiyê tên parastin. Hemû neteweyan di vê şoreşê de cihê xwe girtin. Jin, ciwan, ol û bewerî tên temsîlkirin."

DIJMIN DI KOBANÊ DE TÊK ÇÛN

El Ceradê, da zanîn ku pergala xweseriya demokratîk bi gelek êrişan re rû bi rû maye û da zanîn ku êrişên herî mezin jî li ser Kobanê hatine pêkanîn. Ceradê bal kişand ku sedema êrişên li ser Kobanê ew bû ku şoreş li wir hatibû destpêkirin û wiha pê de çû: “15`ê Îlona 2014`an çeteyên DAIŞ`ê ji çar aliyan ve û bi piştgiriya dewleta Tirk êrişî Kobanê kirin. Li dijî van êrişan bi pêşengiya YPG û YPJ`ê berxwedaneke ku li Cîhanê deng  veda hat meşandin. Li çar perçeyên Kurdistanê gel rabû ser piyan. Çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê têk çûn. Şehîd Arîn Mîrkan bi çalakiya fedaî bû sembola berxwedanê. Piştre wekî sîwaneya hêzên leşkerî ya hemû pêkhateyan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hat ragihandin. Li herêmên dihatin rizgarkirin meclisên gel û saziyên jinan hatin avakirin."

Di dawiyê axaftinê de Bekir El Ceradê da zanîn Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye sembola azadî û mirovahiyê û pergala Bakûr û Rohilatê Sûriyeyê jî, ji bo hemû pêkhateyan û Sûriyeyeke ne navendî bûye mînakek.

ANHA