Di êrişa Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin

Rûsya bi dronekê êrişî erebeyekê li bajarê Kramatorskê yê Ukraynayê kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Di êrişa Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin
8 cotmeh, 2026   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê, Rûsyayê bi dronekê êrişî erebeyekê li bajarê Kramatorskê yê rojhilatê Ukraynayê kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Meclisa Bajarê Kramatorskê bi daxuyaniyekê ku li ser Telegramê weşandiye ragihand ku bi dronekê erebeyek bombebaran kir, di encamê de 2 kesên di hundirê erebeyê de hatin kuştin.

Ev êrîş piştî çend saetan ji êrişa Rûsyayê li dijî erebeyan li heman bajarî ku di encamê de 30 kes hatin kuştin xw 18 kes birîndar bûn, pêk hat.

(f)