Efserekî Îsraîlê li Lubnanê hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê li başûrê Lubnanê de efserekî wî hat kuştin û 3 leşker bi sivikî birîndar bûn.

Efserekî Îsraîlê li Lubnanê hat kuştin
8 cotmeh, 2026   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê li başûrê Lubnanê de efserekî wê hat kuştin û 3 leşker bi sivikî birîndar bûn.

Di daxuyaniya artêşê de hate gotin ku efserê hatî kuştin bi navê Eliav Haim Tzabalamos e, temenê wî 31 salî ye û ji Heyfa ye, di Tabûra 603‘yan a Lîwaya 7‘an a endezyariya şer de xizmet dikir.

(bb)