Di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de 16 kes hatin kuştin
Li Xezayê di encama êrişên Îsraîlê yên dawîn de 16 kes hatin kuştin û nêzî 100 kes jî birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (SAFA) îro ragihand ku hêzên Îsraîlê li naverasta Xezayê êrişî kesên li benda alîkariyê bûn kir û di encamê de herî kêm 16 kes hatin kuştin û derdora 100 kes birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Filistînê jî ragihand ku balafireke Îsraîlê li herêma Zewayîdê ya naverasta Xezayê kargeheke sotemeniyê bombebaran kir.
Hate ragihandin ku ekîbên parastina sivîl duh li derdora Hola El Zehebiye ya li bakurê rojavayê Xezayê 15 cenazeyên kesên li benda alîkariyan ên berî çend rojan hatibûn kuştin, rakirine.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di 24 saetên dawîn de 144 kes hatine kuştin û 560 kes jî birîndar bûne. Li gorî daneyên wezaretê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve 55 hezar û 637 kes hatine kuştin û 129 hezar û 880 kes birîndar bûne.
(bb)