DEM Partî serdana girtîgeha Sîlîvre kir

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd niqaş bikin, çûn serdana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Marmarayê.

DEM Partî serdana girtîgeha Sîlîvre kir
19 hezîran, 2025   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Cîgirê Hevserokên Giştî Mehmet Ruştu Tiryakî, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd niqaş bikin, çûn serdana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Marmarayê. 

Şande dê bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekir Kaya, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan, Wekîlê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay û rojnameger Ercument Akdenîz, Halîl Aksoy, Nesîmî Aday û Ahmet Saymadî re hevdîtinê bike.

Hevdîtin dê têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser zemîna demokratîk dê bên kirin.