Dirona ku li nêzî Mexmûrê ketî, hate teqandin

Duh dironek xwekuj ku li ser wargeha Mexmûrê re derbaz dibû, li nêzî wargehê 300 metran kete xwarê. Diron îro ji aliyê leşkerên Iraqê ve hate teqandin.

Dirona ku li nêzî Mexmûrê ketî, hate teqandin
19 hezîran, 2025   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî di saet nêzî 19:00’an de dironek xwekuj bi nizmî li ser asîmanê wargeha paneberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) re derbaz bûye û piştre 300 metre durî wargehê ketiye xwarê.

Dema dirona xwekuj li ser asîmanê wargehê re diçû, gelek bi nizmî difiriya û dengê wê xweş dihate bihîstin.

Dirona xwekuj ku duh ketiye xwarê, îro hat dîtin û hêzên Iraqê gihiştine cihê bûyerê.

Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, dirona xwekuj di saet di saet 14:20’an de ji aliyê leşkerên Iraqê ve, bi awayek kontrolî hatiye teqandin û tinekirin.

Hêjayî gotinê ye di 13 mehê de di navbera Îsraîl-Îranê de şer destpê kiriye, car caran li ser asîmanê wargehê re jî balafir û cismên cûda derbaz dibin.