Cenazeyê şehîd Salih Muslim gihaşt deriyê Sêmalkayê

Cenazeyê şehîd Salih Muslim derdora saet 11.00'an gihaşt deriyê sînor ê Sêmalkayê. Wê li Qamişloyê merasîma oxirkirinê were lidarxistin û sibe li Kobanê were definkirn.

Cenazeyê şehîd Salih Muslim gihaşt deriyê Sêmalkayê
12 adar, 2026   11:40
QAMIŞLO

Têkoşer, yek ji pêşengên siyasî yên Şoreşa Rojava û siyasetmedarê Kurd, Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim duh êvarî (11 Adar 2026) li bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiya gûrçikê şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Salih Muslim vê sibehê bi merasîmekê ji Hewlêrê ber bi deriyê Sêmalkayê ve hatibû oxirkirin. Saet derdora 11.00'an de gihaşt Sêmalkayê.

Cenazeyê şehîd Salih Muslim li Sêmalkayê ji aliyê bi dehan xelkê herêma Dêrikê û endamên PYD'ê ve bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat pêşwazîkirin.

Girse cenazeyê şehîd ku bi kulîkan hatiye xemilandin hilgirtin ser milan. Şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê jî ji bo pêşwazîkirina cenaze amade ne û dê ber bi Qamişloyê ve were rêkirin. Sibe wê li Qamişloyê merasîma oxirkirinê were lidarxistin û ber bi Kobanê ve were rêkirin. Cenaze wê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê were definkirin.

(bb)

ANHA