Li Pênciwên şewatek mezin derket

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku ji ber sedemek nediyar şewatek mezin li sînorê Pênciwên derketiye û di encamê de 500 donim pûş û darên xwezayî şewitîne.

Li Pênciwên şewatek mezin derket
18 tîrmeh 2024   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber sedemek nediyar li gundê Larderî ya ser bi navçeya Germik a li sînorê bajarokê Pênciwên ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê şewatek mezin derket.

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku di encama şewatê de 500 donim pûş û darên xwezayî şewitîne.