Di 24 saetên de 52 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî

Di nava 24 saetên borî de ji ber êrişên hevbeş yên Amerîka û Îsraîl yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 52 sivîl mirine û birîndar bûne. Her wiha 36 navendên leşkerî û jêrxanên enerjiya atomî hatine hedefgirtin.

Di 24 saetên de 52 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî
17 adar, 2026   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê, di derbarê encama êrişên 24 saetên dawî yên êrişên Amerîka-Îsraîl yên li ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê de agahiyên nû parve kir.

Li gor agahiyên hatine parvekirin, di nava 24 saetên borî de li 17 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 243 êriş pêkhatine. 36 navendên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirxaneyên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neft û navendên enerjiya atomî yên Îranê hatine hedefgirtin.

Her wiha di encama êrişên 24 saetên borî yên Amerîka û Îsraîl yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 31 sivîl jî birîndar bûne.

Li gor heman agahiyan, herî zêde êriş li Tehran, Elborz, Sîstan û Belûçistan, Şîraz, Esfehan, Fars, Kerec, Bender Ebas, Erak, Qum, Kirmaşan, Hemedan, Tewrêz û Ehwaz çêbûne.

Her wiha hatiye diyarkirin ku ji despêka şer ve (28’ê Sibatê) hezar û 351 sivîl mirine û di nava wan de 207 zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de ne.