Bihayê bermîla petrolê ji 100 dolarî derbas bû

Ji ber şerê li Rojhilata Navaîn û girtina Tengava Hurmuzê, bihayê bermîleke petrolê ji 100 dolarî derbas kir.

Bihayê bermîla petrolê ji 100 dolarî derbas bû
17 adar, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber şerê li ser Îranê û girtina Tengava Hurmuzê, bihayê bermîleke petrolê îro  100 dolarî derbas kir.

Bihayê bermîlek petrola xav gihîşt dora 102.9 dolaran, di heman demê de petrola xav a West Texas Intermediate gihîşt nêzîkî 95.9 dolarî.

Serdema vê bilindbûnê ew e ku Tengava Hurmuzê ku nêzîkî Sedî 20 ji bazirganiya petrolê ya cîhanê ji wir derbas dibe, ji hêla Îranê ve hatiye girtin.

(k)