Li Helebê di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin, 3 birîndar bûn

Li gundewarê bakurê Helebê di êrişeke çekdar a li dijî erebeyekê de kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li Helebê di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin, 3 birîndar bûn
17 adar, 2026   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên nenas li nêzî xaçerêya Kozal a di navbera bajarokên Nibul û Zehra yê gundewarê bakurê Helebê de êriş birin ser erebeyekê.

Di êrişê de kesek bi navê Îbrahîm Hesen El Xetîb jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Razî ya Helebê.

(bb)