Di 24 saetên borî de ji ber şerê Îranê 50 sivîl bûne qurbanî

Di 24 saetên borî de di encama şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, 50 sivîl li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine kuştin û birîndarkirin. Heta duh hejmara sivîlên ji despêka şer ve jiyana xwe ji dest dane gihiştibû hezar û 455 kesan.

Di 24 saetên borî de ji ber şerê Îranê 50 sivîl bûne qurbanî
25 adar, 2026   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê, bîlançoya 24 saetên borî yên şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê belav kir.

Li gor amarên HRANA’yê, di 24 saetên borî de li 10 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 108 êriş pêkhatine. 21 navendên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neft û jêrxana eneriya atomî hatine hedefgirtin.

Her wiha hatiye diyarkirin di encama van êrişan de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dane 37 sivîl jî birîndar bûne. Herî zêde jî êriş li Esfehan, Xuzistan, Fars, Tehran û Tewrêz pêkhatine.

Li gor amarên nefermî, ji dema despêkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ve heta duh hezar û 455 sivîl hatine kuştin. Ji vê hejmarê 217 jê zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de ne.