Li Şamê li ser pirsgirêka Kurd semînerek hat lidarxistin

Li Şamê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê û biryarnameya 13’an, semînerek hate lidarxistin.

Li Şamê li ser pirsgirêka Kurd semînerek hat lidarxistin
25 adar, 2026   10:45
ŞAM

Li paytexta Sûriyeyê Şamê, pirgirêka Kurd û biryarnameya bi hejmar 13’an û bandorên wê, semînerek li darxistin.

Sermîner ji hêla çalakvanê mafên mirovan Hesen Abdulla ve hate birêvebirin û gelek rewşenbîr, akademîsyen û mafnas beşdar bûn.

Di semînerê de naveroka biryarnameya 13’an a ku ji hêla serokê hikumeta demkî ve hatiye derxistin, hat gotûbêjkirin. Biryarname ji 8 xalan pêk tê, li ser naskirina zimanê kurdî wek zimanekî neteweyî û betalkirina hemû qanûn û tedbîrên rejîma berê yên li dijî Kurdan, dihewîne.

Beşdarên semînerê bal kişand ser girîngiya berdewamiya gotûbêjên hiqûqî û mafên mirovan ên li ser biryarnameyê, ji bo xurtkirina mafên pêkhateya Kurd di çarçoveya hemwelatîbûna wekhev de.

(k)