‘Di 24 saetên borî de 31 caran êriş li Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin’

Meqawmey Îslamî ya Iraqê ragihand ku di nava 24 saetên borî de bi dehan balafirên bê mirov û mûşekan 31 caran êrişî baregeh û navendên leşkerî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê kirine.

‘Di 24 saetên borî de 31 caran êriş li Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin’
11 adar, 2026   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana Îslamî ya Iraqê (Meqawmey Îslamî) têkildarî hejmara êrişên xwe yên li ser baregeh û navendên leşkerî yên Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

Meqawmey Îslamî ragihand ku di nava 24 saetên borî de bi dehan balafirên bê mirov û mûşekan 31 caran êrişî baregeh û navendên leşkerî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê kirine.

Di daxuyaniyê de Meqawmey Îslamî destnîşan kir ku di nava 12 rojên borî yê şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê de, bi giştî 291 caran êriş li Iraq û Herêma Kurdistanê pêkanîne.

Meqawmey Îslamî da zanîn ku di giştî êrişên di nava 12 rojan de li Iraq û Herêma Kurdistanê hatîn pêkanîn de, 13 Amerîkî hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne ku birîndarên giran jî hene.

Hêjayî gotinêye ku piştî destpêkirina şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê ku bi êrişa hevbeş ya Îsraîl û Amerîkayê li ser Îranê di 28’ê Sibatê de, komên çekdar ên li Iraqê yên nêzî Îranê piştevaniya xwe ji bo Îranê ragihandin. Komên çekdar biryara êrişkirina li ser baregehên Amerîka yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dan ku heta niha jî êriş berdewamin.