Desthilata Şamê nahêle alîkarî biçin peravê, gel daket qadan

Şêniyên bajarê Çilaxa li dijî qedexeya gihandina alîkariyên mirovî bo herêma perava Sûriyeyê meşiyan û ji desthilata Şamê xwest mijarên mirovî neyên polîtîzekirin.

Desthilata Şamê nahêle alîkarî biçin peravê, gel daket qadan
Desthilata Şamê nahêle alîkarî biçin peravê, gel daket qadan
Desthilata Şamê nahêle alîkarî biçin peravê, gel daket qadan
Desthilata Şamê nahêle alîkarî biçin peravê, gel daket qadan
Desthilata Şamê nahêle alîkarî biçin peravê, gel daket qadan
Desthilata Şamê nahêle alîkarî biçin peravê, gel daket qadan
Desthilata Şamê nahêle alîkarî biçin peravê, gel daket qadan
Desthilata Şamê nahêle alîkarî biçin peravê, gel daket qadan
Desthilata Şamê nahêle alîkarî biçin peravê, gel daket qadan
19 nîsan, 2025   14:30
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, bi meşekê astengkirina alîkariyên mirovî ji aliyê desthilata Şamê ve bo herêmên peravê yên Sûriyeyê, şermezar kir.

Girse ji Çerxerêya Jina Azad kom bû û ber bi Çerxerêya Şehîd Mahsûm ve meşiya. Di meşê de alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin hildan û pankartên "Na ji mezhebperestiyê re", "Sûriye ya tevahî sûriyeyan e", "Mil bi mil em Sûriyeke demokratîk ava bikin" û "Sûriye ya Ereb, Kurd, Durzî, Suryan, Elewî û Êzidiyan e" hatin vekirin.

Li Qada Şehîd Mahsûm endamê Rêveberiya Dibistanên Çilaxayê Yûnis Hacî axivî. Yûnis Hacî diyar kir ku Sûriye milkê tevahî sûriyeyiyan e û ew jiyaneke hevbeş dixwazin.

Hacî komkujiyên li perava Sûriyeyê jî şermezar kir ku ji desthilata Şamê xwest faîlên komkujiyan ceza bikin.

Yûnis Hacî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser alîkariyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gelê perava Sûriyeyê kom kiriye û got: "Gelê me bi komkirina alîkariyên mirovî xwest hinek be jî êşa biraderên xwe yên li perava Sûriyeyê sivik bike. Lê desthilata Şamê nahêle alîkarî derbas bibin. Em van kiryaran şermezar dikin. Divê mijarên mirovî neyên polîtîzekirin."

Karwanê alîkariyên mirovî ku xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên êriş û komkujiyên li perava Sûriyeyê amade kiribû, 10’ê Nîsanê ji Qamişloyê bi rê ketibû. Karwanê alîkariyan ku ji nêzî 14 hezar paketên xurek û pêdiviyên tenduristiyê pêk dihat roja 11’ê Nîsanê gihaştibû Tebqayê û ber bi herêma peravê ve bi rê ketibû. Desthilata Şamê nehişt alîkarî derbas bibin, lewra karwan dîsa vegeriyaye Tebqayê.

(bb)

ANHA