Danûstandinên Îran-Îsraîlê û rîza hikûmetê li Iraqê di medyaya Erebî de

Medyaya Erebî nivîsî ku rêyên danûstandin û pevçûnê li herêmê bi hev ve girêdayî ne, û aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de girêdayî ne bi hesabên desthilata navneteweyî ya ku ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amaerîayê ve tê rêvebirin. Di heman demê de, rewşa li Iraqê krîzek ji avakirina hikûmetek kûrtir nîşan dide.

Danûstandinên Îran-Îsraîlê û rîza hikûmetê li Iraqê di medyaya Erebî de
29 nîsan, 2026   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro, li ser danûstandinên nezelal ên Lubnan-Îsraîlê, guhertinên di bazara petrolê de û kirîza avakirina hikûmeta Iraqê axivîn.

ÇI PÊKAN E Û ÇI NE PÊKAN E?

Rojnameya El Şarq El Ewsat nivîsî ku pêvajoya danûstandinên Lubnan-Îsraîlê hîn jî ne zelal e, ji ber gurkirina  ku ji hêla Hizbullah û hevalbendên wê ve tê rêvebirin. Wê destnîşan. Vê yekê bîranîna ezmûnên dîrokî yên rêber û hêzên berê anîn holê, wan rêberan dirûşmeyên bi regez bilind kirine û dûv re polîtîkayên pragmatîk pejirandine.

Rojnameyê mînakên helwestên guherbar ên kesayetiyên wekî Ruhullah Xumeynî, Cemal Ebdulnasir, Enwer Sadat, Sedam Husên û Hafiz Esed bi bîr xist, û diyar kir ku "pêdiviyên siyasî pir caran qedexeyan rewa dikin.

VEKIŞÎNA ÎMARATÊ DÊ BANDORA OPEC+ LI SER BAZARA PETROLÊ QELS BIKE.

Reuters nivîsî ku vekişîna Îmaratên Erebî yên Yekbûyî ji hevpeymaniya OPEC+ dê bibe sedema kêmbûnek nisbî ya bandora komê li ser bazara petrolê ya cîhanî, tevî hêviyên ji bo hevrêziya berdewam di navbera endamên mayî de, bi serokatiya Erebistana Siûdî.

Reuters diyar kir ku ev gav guherînek girîng di avahiya bazarê de çê dike dike, bi taybet ji ber bilindbûna rola hilberînerên li derveyî rêxistinê, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê DYA`ê.

ŞERÊ TEHRANÊ JI YÊ DYA KÛRTIR E.

Di derbarê rewşa Îranê de, The Independent bandorên şerê dawî nirxand, û diyar kir ku êrşiên ku hevalbendên herêmî yên Îranê hedef digirin, digel pêşketinên li Sûriyeyê û Lubnanê, stratejiya wê ya herêmî qels kiriye bêyî ku xetera wê kêm bike.

Di raporê de hat diyarkirin ku projeya herêmî ya Îranê bi pirsgirêkên kûr ên avahîsaziyê re rû bi rû ye, her çend Tehran hewl dide ku bandora xwe bi rêbazên cûrbecûr ên siyasî û leşkerî biparêze jî.

TAYÎNKIRINA EL ZEYDÎ KRÎZA AVAKIRINA HIKÛMETÊ LI IRAQÊ KÛRTIR DIKE

Eojnameya El Ereb a li Londonê nivîsî ku tayînkirina Elî El Zeydî ji bo avakirina hikûmetê nayê wateya çareserkirina krîza siyasî, lê belê tê wateya ketina qonaxek tevlihevtir de ku bi belavkirina hêzê di navbera aliyên rikber de ve girêdayî ye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku hevsengiya hêzê di navbera DYA`ê û Îranê de berdewam dike ku siya xwe davêje ser rewşa Iraqê, û avakirina hikûmetek aram bi toreke tevlihev a zextên navxweyî û derveyî ve girêdayî ye.

(k)