Di bûyerên cuda de li Sûriyeyê kesek hat kuştin 5 birîndar bûn

Li Sûriyeyê di bûyerên cuda de, leşkerkî Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hat kuştin û jî birîndar bûn.

Di bûyerên cuda de li Sûriyeyê kesek hat kuştin 5 birîndar bûn
29 nîsan, 2026   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Sêşemê di bûyerên cuda de leşkerek girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, bûyera yekem li bajarokê El Duweyr li gundewarê rojhilatê Dêrazorê qewimî, ku li wir pevçûnên di navbera endamên hikûmeta demkî û komeke çekdar de bûn sedema birîndarbûna herî kêm 5 endamên hikûmetê.

Di bûyera duyemîn de, endamek Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî piştî ku li bajarê El Ra'i li gundewarê bakurê Helebê rastî guleyên êrişkarên nenas, hat kuştin.

(k)