‘Dan û standinên li Îslamabadê agirbesteke demkî ne yan vesazkirina hevsengiyan in?’

Di rojevên îro yên rojnameyan de hate destnîşankirin ku dan û standinên li Îslamabadê yên di navbera Îran û DYA'yê de, ji ber çareseriyeke mayînde bêtir agirbesteke sist e û sedemên şer jî hîna hene. Rojnameyan da zanîn ku agirbesta niha tenê fersendeke ji bo muzakereyan e.

‘Dan û standinên li Îslamabadê agirbesteke demkî ne yan vesazkirina hevsengiyan in?’
11 nîsan, 2026   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan cih da dan û standinên li Îslamabadê yên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku îro dest pê dikin û pirsên li ser dan û standinan û sînorên bandora wan.

ALIYÊ LEŞKERÎ YÊ ŞER

Rojnameya Şerq El Ewsat pirsa "Gelo dan û standin bi rastî fersendeke rasteqîn a aştiyê ne yanî jî navbereke şer e?” kir û destnîşan kir "kapasîteya nukleer a Îranê, bernameya mûşeken û rola herêmî ya Tehranê, ev sedemên şer hîna hene.”

Li gorî rojnameyê, rayedarên leşkerî yên amerîkî got agirbesta heyî tenê fersedek ji bo diyalogan e û eger tevgera dîplomasiyê têk biçe şer dê teqez careke din dewam bike. Rojnameyê cih da daxuyaniyên serokê DYA'yê Donald Trump ku gotiye "Eger dan û standin têk biçin ez amade me êrişên leşkerî yên wêranker pêk bînin". Hate gotin, ev yek jî sistiya agirbesta heyî nîşan dide.

Rojnameyê diyar kir: "Ferqa di navbera şiyanên Îranê û DYA'yê de mezin e. Geşedanên di çend hefteyên dawîn de rû dane Îranê bi vebijêrkên zehmet re rû bi rû dihêle. Nerakirina jiholê ya sedemên şer tê wateya ku dibe şer bi rengekî dijwartir dîsa dest pê bike."

'BANDORA DAN Û STANDINAN LI SER HEVALBENDÊN ÎRANÊ’

Rojnameya El Nehar jî bal kişand ser guhertinên herêmî û bandora wan a li ser dan û standinên hevalbendên Îranê, bi taybet li ser Lubnanê.

Rojnameyê rûniştina Tehranê li ser maseya diyalogan di vî wextî de wek “biryareke çalak  a ketina mîta eniyên yekgirtî" anku “paşketina rasteqîn a tora hevalbenêdn herêmî” bi nav kir. Rojnameyê, ev rewş jî wek veguherîneke ji qonaxeke pevçûna vekirî ber bi ji nû ve rêzkirina şertan li gorî mentiqekî pragmatîk ku ji hêla zextên leşkerî û aborî ve tê ferzkirin” bi nav kir.

Li gorî rojnameyê, stratejiya DYA’yê li ser ferzkirina hevsengiyeke zelal hatiye avakirin; "yan êrişên aborî û leşkerî bidomînin an jî rêyeke dîplomatîk qebûl bikin ku tawîzên gav bi gav ferz bike” û diyar kir ku tiştê ku li Îslamabadê diqewime ji dan û standinên wêdetir diçe, dibe beşeke pêvajoyeke berfirehtir ji bo ji nû ve şekildana hevsengiya hêzê li herêmê.

ALIYÊ ABORÎ YÊ ŞER

Rojnameya El Nehar jî cih da aliyê aborî yê şer, bi taybetî mijarên enerjiyê û tengava Hurmuzê. Rojnameyê da zanîn ku gefên DYA’yê yên li ser tevgera deryayî xwedî aliyên siyasî û aborî ne. Hate gotin, armanca wê ji van gefan ew e ku berdewama zextên leşkerî û aborî wek hincet nîşan bide û destkeftiyan di sûka enerjiyê ya cîhanê de bi dest bixe.

Rojnameya Independet Arabia bal kişand ser bandorên navneteweyî yên şerê Îran û DYA’yê û diyar kir ku helwestên rêveberiya DYA'yê ji NATO'yê, guhertinên kûr di pergala navneteweyî de nîşan dide. Hate gotin, Ewropa li pêşberî îhtîmala jinûve nirxandina rola xwe ya ewlehiyê ye.

(bb)

ANHA