Hêzên Îsraîlê li Derayê ciwanek girt

Leşkerên Îsraîlê vê sibehê ketin gundê Hemata yê Derayê û ciwanek girt.

Hêzên Îsraîlê li Derayê ciwanek girt
11 nîsan, 2026   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê berbanga îro ket gundê Hemata ê Derayê. 

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, nêzî 12 erebeyên leşkerî di deriyê Til Ebû Xîsar ê navbera Colan û gundewarên Derayê de ket gundê Hematayê û bi ser malekê de girt.

Hate diyarkirin ku di serdegirtinê de ciwanek hatiye girtin.

Hêzên Îsraîlê piştî serdegirtinê û girtina ciwan, ber bi Colanê ve vekişiyan.

(bb)