‘Dan û standinên DYA-Îranê dê duşemê li Îslamabadê dewam bikin’

Hate îdiakirin ku Washington û Tehran dê roja Duşemê li Îslamabadê dan û standinên xwe ji nû ve dest pê bikin.

‘Dan û standinên DYA-Îranê dê duşemê li Îslamabadê dewam bikin’
18 nîsan, 2026   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî CNN'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Îranê, dan û standinên DYA û Îranê dê roja duşemê li Îslamabadê ji nû ve dest pê bikin û şandeyên her du welatan dê roja yekşemê bigihêjin Îslamabadê.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di hevpeyvînekê de gotibû ew geşbîn e ku di rojekê yan du rojan de lihevkirinek bi Îranê re çêbe.

Trump her wiha îdia kiribû ku piraniya pirsgirêkên sereke di pêvajoya dan û standinê de hatine çareserkirin û îhtîmal heye ku di dawiya hefteyê de civîneke nû pêk were.

Balyozê Îranê yê li Pakistanê Reza Amirî Muqeddem jî pesnê hewldanên navneteweyî yên dîplomatîk da û got: "Ji nû ve destpêkirina dan û standinan, bi aramiyeke herêmî re hevdem e ku agirbestek di navbera Lubnan û Îsraîlê de jî çêbûye û Tengava Hurmuzê hatiye vekirin. Ev yek dikare hawîrdoreke aramtir ji bo pêşvebirina pêvajoya dan û standinan peyda bike.”

Tora yekem a dan û standinan 11'ê Nîsanê hate lidarxistin. Tevî ku erênî hatin nirxandin, lê bê encam bi dawî bû û nakokiyên di navbera her du aliyan de dewam dikin. Di dan û standinan de mijarên sereke wekî bernameya nukleerî ya Îranê, cezayên DYA’yê û ewlehiya navîgasyonê li Tengava Hurmuzê hatin gotûbêjkirin.

(bb)